ENKS: Ji revandina endamên PDK-Sê PYD berpirsiyar e, yekrêziya Kurdî dike armanc
PeyamaKurd – Li ser revandina du endamên Partiya Demokrat a Kurdistan li Sûriyê (PDK-S) Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxuyanî da û ragihand, ji vê kiryarê PYD berpirsiyar e û ev kiryar yekrêziya navmala Kurdî dike armanc.
Hêzên girêdayî Rêveberiya Xweser roja 27ê Kanûnê li bajarê Dêrikê, endamê Encûmena Herêmî ya PDK-Sê Bilind Mela Ismaîl û 28ê mehê jî endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Hisên Silêman revandibûn û biribûn cihekî nediyar.
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaza berdana herdu 2 endamên PDK-Sê ji PYDê kir û ragihand, ev kiryar hewlên yekrêziya Kurdî dike armanc.
Sekreteriya Giştî ya ENKSê îro 29ê Kanûnê da xuyakirin, PYDê di ber revandina van endamên PDK-Sê de berpirsyar e û divê ev kiryar di zûtirîn demê de werin rawestandin û daxwaza azadkirina wan kir.
ENKSê diyar kir, ev pêngav hewldanên yekrêziya Kurdî dike armanc û dihêle ku zêdetir xelk ji Rojavayê Kurdistanê koçber bibin.
ENKSê bang li rêxistinên mafên mirovan û dewletên ku di pirsa Sûriyê de cih digirin kir ku sînorekê ji van kiryaran re deynin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin