ENKS li ser girtina endamên xwe û rewsa Efrîn û Serê Kaniyê civiya

24 June 2024 18:54 0 dîtin
ENKS li ser girtina endamên xwe û rewsa Efrîn û Serê Kaniyê civiya

PeyamaKurd – Dîwana Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro 24ê Hezîranê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê civiya.

Hate ragihandin ku di civînê de, girtina endamên ENKSê û rewşa Efrîn û Serê Kaniyê tê gotûbêjkirin.

Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif ji medya Kurdistanê re got: “Civîna Serkirdayetiya ENKSê di demekê de ye ku êrîşeke mezin ji aliyê çekdarên ser bi PYDê ve li ser ENKSê heye ku heta îro 15 endamên ENKSê hatine girtin û em çarenivîsa wan nizanin. Herwiha ofîsên ENKSê tên şewitandin û di ragihandinê de dijayetiya ENKSê tê kirin.”

Herwiha Yûsif diyar kir, di civîna ENKSê de rewşa rewşa kurdan li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî tê gotûbêjkirin û raporên ku ji wan herêman hatine dê bêne xwendin da ku nirxandin û tiştê pêwsît derbarê wan de bikin.