ENKS: Tevî biryara efûyê derket, li Efrînê 200 Kurd di zîndanê de ne
PeyamaKurd – Nûnerê Konseya Netewî ya Kurd ya Sûriyê (ENKS) û yê Koalîsyona Hêzên Şoreşgerên Netewî yên Muxalifên Sûriyê (SMDK) Ahmed Hasan ragihand ku tevî efûya giştî derketiye, li zîndanên Efrînê û dora wê, hêjî 200 Kurd di zîndanê de ne û serbest nehatine berdan.
Ahmed Hasan tevlî bultena Rûdawê bûye û li ser pêşdeçûnên dawî yên Efrînê axifî. Hasan ragihand ku xelkê Kurd yên li Helebê, Şehba û Tel Temirê bûbûn koçber, ji serê mehê û bi şûnde dest bi dagera xwe kirin û bi desteka Weqfa Alîkariyê ya Barzanî 2 hezar malbat dageriyane Efrînê.
Malbatên dageriyan hêjî li ser ciyên xwe bi temamî bicîh nebûne, li malê mirovên xwe dimînin malên wan hêjî ji aliyê Erebên îtxal ve hatine îşxalkirin. Erebên hatine Efrînê, ji Heleb, Idlib, Hama, Humus û Dêrezorê hatine û Ahmed Hesen weha dewam kir:
“Ereb jî hêdî hêdî dest pêkirin û dadigerin malên xwe. Gelek ji wan amdekariya dagerê dikin. Eger Ereb herin malên xwe wê Kurd jî di malên xwe de bicîh bibin. Em nizanin heya niha çend malên Ereb dageriyane ciyên xwe lê pêvajo destpêkiriye. Divê herkes dagere ser axa xwe û em guherîna demografik bidin rawestandin.”
Ahmned Hasan ragihand ku piştî roxandina rejîma Esad temamê girtiyên di zîndanan de derketin û li Efrîn û dora wê ku di destê grûbên Tirkiyê de ne, heya niha 200 zîndaniyên Kurd bernedaye. Li Sûriyê kes nabêje girtî çima hatine girtin û ew jî nabêjin û divê hemû girtî bên berdan. Nûner dixwaze girtiyên navborî serbest bên berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin