Bahçelî li dijî biryara AYMê ya bo HDPê derket: Bi tundî sermezar dikim!
PeyamaKurd – Serokê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî, li dijî biryara Dadgeha Bilind a Destûrê (AYM) derket ku blokekirin û destdanîna ser pereyên alîkariya xezîneyê ya HDPê red kiriye.
Bahçelî îro 20ê Hezîranê li ser pirsa rojnamevanan a derbarê biryara AYMê ya doh 19ê Hezîranê derbarê alîkariya darayî ya HDPê de hatibû eşkerekirin got: “Wisa dixuye ku Serokê AYMyê û endamên desteyê guh nadin gotinên me. Divê şiklê Dadgeha Destûrê biguhere.”
Devlet Bahçelî îdia kir ku AYM li gorî daxwazên HDPê tevgeriyaye û erkên wê pir zêde ne.
Herwiha Bahçelî diyar kir ku AYM guh nade hişyariyên Serdozgerê Komarê û erka darazê û got, “Ez wan bi tundî şermezar dikim. Divê ji duvitiya Qendîlê derkevin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin