Nûnerê Amerîkayê bi ENKSê rewsa nû ya Efrînê gotûbêj kir
PeyamaKurd - Nûnerê Amerîka yê Rojavayê Kurdistanê (Karûbarên Bakurê Rojhilatê Sûriyê) Nicholas Granger, îro 24ê Cotmehê li bajarê Qamişlo ligel Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) civiya.
Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Silêman Oso ragihandiye ku di civînê de pêşhatên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê, rewşa nû ya li Efrînê û metirsiya hebûna Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) li wê herêmê hatin gotûbêjkirin.
Şanda ENKSê ji Nûnerê Amerîka behsa rewşa aborî û perwerdehî û bandora wan li ser zêdebûna rêjeya koçberiyê ji Rojavayê Kurdistanê kiriye û herwiha kiryar û binpêkirinên Ciwanên Şoreşger li hember gelê Rojavayê Kurdistanê bi giştî û êrîşkirina li ser baregeha Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ya li bajarê Qamişlo, bi taybetî hatine axaftin.
Nûnerê Amerîka yê Karûbarên Bakurê Rojhilatê Sûriyê Nicholas Granger, bi Partiyên Yekîtiya Niştimanî yên Kurdî (PYNK) ku nêzîkî PYDê ne re jî li ser heman mijaran civiyabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin