Nûnerê Amerîkayê li Rojava bi nûnerên HSD, PYD û ENKSê re civiya
PeyamaKurd – Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê William Robak ku serdana Rojavayê Kurdistanê kir, bi nûnerên PYD, ENKS û HSDê re hevdîtin pêk anîn.
Ev hevdîtina duyemîn e ku William Robak bi mebesta yekrêzî û yekhelwestiya navmala Kurdan bi amadebûna Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi aliyên Kurdî re dicive.
Berpirsê Amerîkî du roj berê jî bi nûnerên partiyên ENKSê û Partiya Pêşverû re hevdîtin pêk anîbûn.
Hêjayî gotinê ye, ev demek e bi serpereştiya Fermandarê Giştî yê HSDê nêzîkbûnek di navbera aliyên siyasî yên Kurd de li Rojavayê Kurdistanê çêbûye ku Amerîka jî di nav hewla navbeykariyê de ye daku yekrêziya siyasî ya Kurdan di pêşeroja Sûriyê de were avakirin.
Herwiha di danûstandinan de, beşdariya partiyên ENKSê di nav Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de, yek ji mijarên têne guftûgokirin e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin