30 nûnerên meclisa Amerîkayê ji Biden re name sandin

25 October 2022 23:23 0 dîtin
30 nûnerên meclisa Amerîkayê ji Biden re name sandin

PeyamaKurd - 30 nûnerên meclisa Amerîkayê yên partiya demokrat ji Biden re name şandin û di nama xwe de gotin ku bila stratejiya Amerîkayê ya di derbarê Ûkrayna de biguhêrin û ji bo şerê Ûkraynayê biqedînin raste rast rêya dîplomasiyê bibjêrin. Di namê de tewrê Amerîkayê yê ji bo desteka Ûkraynayê bilind nirxandin û pesnê Amerîkayê dan ku ji şer yê di sehayê dûr maye. Nûner di namê de weha gotin:

“Em difikirin ku şer di seranserê dinyayê de tehrîbatê dike û dema em her tiştî didin ber çav, em dibînin ku gengeşe zêde bibin û hem ber li dirêjbûna şer bigrin, wê ji bo Ûkraynayê û Amerîkayê baştir be. Em dixwazin ku bi desteka aborî û leşkerî re, agirbesekî çêbibe û ji bo wê jî zora dîplomasiyê deynin ser terefan.”

Rêvebirê dîplomasiya stratejik yê Koşka Sipî John Kirby ragihand ku nama navborî gihaye Koşka Sipî. Kirby got ku ew bi sitendina name gelek kêfxweşin û di temamê pêvajoya şerê Ûkrayna de, bi kongrê re gelek nêz xebitîne.