170 nûnerên meclisa Amerîkayê xwestin da Biden zorê bide ser Tirkiyê

02 March 2021 01:56 0 dîtin
170 nûnerên meclisa Amerîkayê xwestin da Biden zorê bide ser Tirkiyê

PeyamaKurd – 170 nûnerên ji Meclisa Amerîkayê ku di nava wan de hem ji Partiya Demokratan û hem ji ya Komariyan nûner hene, nameyekî ji wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken re nivîsandin û xwestin wexta rêvebiriya Biden siyaseta xwe ya bo Tirkiyê datîne, li ser mijara ‘babetên li ser mafên mirovan ku mirov dixe endîşeyan’ raweste.

Name, di roja 26 ê sibatê de hatiye nivîsandin lê îro bo raya giştî hat ragihandin û di nameyê de pêşniyarên bo siyaset ser Tirkiyê hene. Di nameyê de tê gotin ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di têkiliyên bi Amerîkayê re, Amerîkayê dixe nav endîşê, tevî ku Tirkiyê hevkarê Amerîka û NATO ye. Di nameyê de weha hat gotin:

“Di têkiliyên me yên dualî û stratejîk de mijar gelek balê kişandin. Lê Tirkiyê di mijarên îhlalên giran yên binpêkirina mafên mirovan û di paşdebirina demokrasiyê de çankaniye û bi endîşe ye.”

Di namê de her weha dibêje li Tirkiyê dadê qels kirine, azadiya çapemeniyê ko kirine û muxalefetê di bin zorê de hiştine.