Meclisa Nûnerên Amerîkayê pêsnûmaya ‘Qirkirina Ermeniyan’ pejirand

30 October 2019 10:33 0 dîtin
Meclisa Nûnerên Amerîkayê pêsnûmaya ‘Qirkirina Ermeniyan’ pejirand

PeyamaKurd - Li Meclisa Nûnerên Amerîkayê pêşnûmaya yasayî ya di derbarê Komkujiya Ermeniyan bi 405 dengên erênî hate pejirandin.

Pêşnûma bi 403 dengên “Erê” û 16 dengên “Na” hate pejirandin. Eger ev pêşnûma li asta sêyem yanî li senatoyê jî bê pejirandin wê ji bo pejirandina biryarê pêşnûma biçe ber destê Serokê Amerîkayê Donald Trump. Di nava pakêta kiryar û sizayan de Serokê Giştî yê AKPê û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip  Erdogan û malbata wî jî cih digirin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li dijî pêşnûmaya Komkujiya Ermeniyan derket ku li baskê jêr yê Kongresa Amerikayê ji aliyê Meclisa Nûneran ve hatiye qebûlkirin bertek nîşan dan.

Çavuşoglu: Tu pêgiriya wê nîne

Çavuşoglu amaje kir ku wan bi Operasyona Kanîya Aştiyê hesabên her kesî xera kiriye û got,

“Ew kesên ku dîrokê ji xwe re dikin alava siyaetê û biryarên kirêt radigirin bila bizanibin ku ti pêgiriya vê biryarê ne di nava civaka Tirk de û ne jî ya hikûmeta Tirkiyê de tine ye.”

Paşînyan: Gaveke dîrokî ye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bi kêfxweşî pêşwazî li biryarê kir û derbarê pêşnûmayê de daxuniyek belav kir û biryara Meclisa Nûneran a Kongreya Amerîkayêwekî  gaveke dîrokî nirxand.

Paşînyan got; ev biryar ji bo rastiya dîrokê gaveke wêrek e ku hatiye avêtin.