Mike Johnson bû serokê Meclisa Nûneran ya Amerîkayê

26 October 2023 00:23 0 dîtin
Mike Johnson bû serokê Meclisa Nûneran ya Amerîkayê

PeyamaKurd – Di cara çarem ya hilbijartina ji bo serokê Meclisa Nûneran ya Amerîkayê, parlementerê Louisiana Mike Johnson hat hilbijartin û bû serokê meclisa nûneran. Mike Johnson piştî hat hilbijartin û berya dest bi wezîfa xwe bike, behsa mijarên girîng yên weka rewşa aboriya Amerîkayê, deynê netewî û mijarên din kir.

Namzedê partiya Komariyan parlementerê Louisiana Mike Johnson, di hilbijartinê de 220 dengan sitend.

Mike Johnson di sala 2016an de ji eyaleta Louisiana ji partiya Komarî bû parlementer û di wexta serokatiya Trump de desteka herî xwurt ew dida Trumpî.