Di cara 7em de jî serokê meclisa nûneran ya Amerîkayê nehat hilbijartin

06 January 2023 00:37 0 dîtin
Di cara 7em de jî serokê meclisa nûneran ya Amerîkayê nehat hilbijartin

PeyamaKurd – Ev demekiye ku li Amerîkayê ji bo serokê meclisa nûneran bê destnîşankirin civîn tên lidarxistin û îro di cara 7em de jî serokê meclisê nehat hilbijartin.

Her diçe krîza hilbijartina serokê meclisê zahmettir dikeve û piraniya dengan nagihîje hev. Di cara 7em de, ji partiya demokratan Hakeem Jeffries 212 deng, namzeda komarî Kevin McCarthy 201 û namzedê din yê demokratan 19 deng sitend.