Biden di axaftina xwe ya xatirxwestinê de hisyariya olîgarsiyê kir

16 January 2025 15:16 0 dîtin
Biden di axaftina xwe ya xatirxwestinê de hisyariya olîgarsiyê kir

PeyamaKurd – Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden di axaftina xwe ya xatirxwestinê de gel li dijî olîgarşiyê hişyar kir.

Biden gotareke xatirxwestinê li Ofîsa Ovalê pêşkêş kir ku ew ê roja duşemê wê vala bike. Di gotara xwe de got: “Îro li Amerîkayê olîgarşîyeke ji dewlemendî, hêz û bandoreke tund pêk tê ku bi rastî gefê li demokrasî maf û azadiyên me yên bingehîn dixwe.”

Biden anî zimên ku “Desthilat di destê çend kesên pir dewlemend de ye” û got, “Eger îstîsmara desthilatdariyê ya van kesan neyê kontrolkirin, çêdibe ku encamine xeternak bi xwe re bîne.”