Di axaftina Erdogan û Biden de mijara F-16an û endamtiya Îsveçê ya NATO yê ket rojevê
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden bi sedema qezenckirina serokkomariya Tirkiyê ya ji aliyê Erdoğan de, telefona Recep Tayip Erdoğan kir û wî pîroz kir. Di axaftina Erdoğan û Biden de mijara F-16an û endamtiya Îsveçê ya NATO yê ket rojeva wan. Biden weha got:
“Ez bi Erdoğan re axifîm. Min wî pîroz kir. Di axaftinê de mijara balafirên F-16an û endamtiya Îsveçê ya NATO yê ket rojevê. Lê esas ji bo ez wî pîroz bikim lê geriyam, di hefteya pêşiya me de em ê bêhtir biaxifin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin