Biden di mijara axaftina xwe ya bi Putin re ragihandinan kir
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden îro bi serokê Rûsyayê bi Vladimir Putin re li ser mijara Ûkraynayê bi telefonê sietekî axifî. Ragihandin ji aliyê Koşka Sipî de hat kirin. Koşka Sipî ragihand ku Biden gotiye eger Rûsya axa Ûkraynayê îşxal bike, wê Amerîka û hevkarên Amerîkayê bi tundî bersivê bide Rûsyayê.
Biden hişyariyê daye Rûsyayê ku mudaxeleyeka dinê ji bo Ûkraynayê bêkirin, wê li ser Rûsyayê bibe barekî ciddî û bilez bersivê bigre. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku Ûkrayna îşxal bibe, wê bibe sedema êşên dijwar yên mirovî û î’tîbara (prestîj) Rûsyayê kêm bikeve.
Biden bo Rûsyayê got ku ji bo çareserî çêbibe, dîplomasî berya her tiştî tê lê ji bo her îhtîmalên din jî Amerîka û hevkarên wê amade ne û zelalin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin