Biden: Putin ji mirina Aleksey Navalni berpirs e
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden got ku ji mirina muxalifê Rûs Aleksey Navalni Putin berpirs e. Navalni îro di zîndanê de jiyana xwe ji dest dabû û guman di mirina wî de heye. Li ser mijarê serokê Amerîkayê Joe Biden li Koşka Sipî civîna çapemeniyê lidarxist û got:
“Putin jehrê da Navalni, wî avête zîndanê û darizand. Wî şand zîndanê û wî îzole kir. Ji mirina Navalni Putin berpirse. Tiştên hatin serê Navalni nîşana wahşeta Putin e. Bila kesî nexapînin.”
Aleksey Navalni raqibê Putin bû û 19 sal cezayê zîndanê dabûne. Navalni di zîndana herêma Yamalo-Nenetsê de îro jiyana xwe ji dest dabû.
Biden, her weha ragihand ku dibe li ser mirina Navalni dorpêçên nûh deyne ser Rûsyayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin