Biden: Eger kongre paketa Ûkraynayê qebûl neke wê ji Putin re bibe ‘Xelata Noelê’
PeyamaKurd – Rêvebiriya Amerîkayê paketa desteka Ûkraynayê ya bi miqdarê 61 milyar dolarî şandibû kongrê lê heya niha endamên kongrê yên Komarî destekê qebûl nekirine.
Serokê Ûkraynayê Vladimir Zelenski cara sêyeme ku diçe Amerîkayê û îro serokê Amerîkayê Joe Biden li Washingtonê li Koşka Sipî pêşwaziya Zelenski kir. Biden axaftina xwe berya civîna bi Zelenski re kir.
Partiya Komarî ya Amerîkayê ji ber dixwazin guherînê bixin siyaseta Amerîkayê ya koçberan ya başûrê Amerîkayê û dixwazin ewlehiya sînor zêdetir bikin, paketa desteka ji bo Ûkraynayê paşde dixin.
Zelenski jî di daxwuyaniya xwe de sipasiya Amerîkayê û hevkarên wê kir û got ku Ûkrayna dikare şerê li hemberê Rûsyayê qezenc bike. Zelenski got ku dixwaze sîstema hewayî ya li hemberê Rûsyayê xwurt bike.
Bende ne ku piştî hevdîtinê her dû lîder derên ber çapemeniyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin