Biden paketa 700 mîlyon dolarî ya ji bo Ûkraynayê îmze kir
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden paketa alîkariya leşkerî ya ji bo Ûkraynayê ya bi miqdarê 700 mîlyon dolarî îmze kir. Di nav paketa alîkariyê de sîstema fuzeyên pêşkeftî hene. Biden bi nivîskî daxwuyaniyekî da û got ku Ûkrayna bi wêrekî têkoşînê li hemberê Rûsyayê dide û dê Amerîka desteka xwe dewam bike. Biden weha got:
“Ez paketa nû ya leşkerî ji bo di wextê xwe de bigihê Ûkraynayê radigihînim. Paket ji aliyê kongreyê de hatiye erêkirin û desteka me dewam dike. Paketa me ya leşkerî, ji bo Ûkrayna karibe xwe li hemberê Rûsyayê biparêze, di nav de sîlihên pêşketî jî hene ku sîstema roketên topê ya performansa wan zêde yên bi navên HIMARS ê yên fuzeyan jî hene. Paket bi miqdarê 700 mîlyon dolare.”
Di nav pakete de 5 radarên tanksawarê, 2 radarên kontrola hewayî, 1000 fuzeyên tanksawar yên Javelin, 4 helîkopterên Mi-17 û 15 alavên taktîkî hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin