Biden, ji bo beravaniya Ûkraynayê, dê bi 425 milyon dolarî destekê bide

16 October 2024 23:55 0 dîtin
Biden, ji bo beravaniya Ûkraynayê, dê bi 425 milyon dolarî destekê bide

PeyamaKurd –  Serokê DYAyê Joe Biden, ji bo beravaniya Ûkraynayê û pêşdebirina şiyanên berevaniyê, dê bi 425 milyon dolarî dê destekê bide Ûkraynayê. Biden ragihandina xwe di wexta bi serokê Ûkraynayê Zelenski re hevîtin kir, got ku wê bi 425 milyon dolarî destekê bide Ûkraynayê.

Biden, di hevdîtinê de got ku di nav paketa alîkariya bi 425 milyon dolarî de, çekên bergiriyê, gelek alavên zirxî û wê muhîmmat hebin. Bi firehî wê di paketê de fuzeyên bergiriyê, sîstema parastina hewayî, sîstemên topan, muhîmmatekî zêde, alavên zirxî yên xebatkaran bibin û tînin, alavên piyadeyan û pêdiviyên lezgîn yên artêşa Ûkraynayê hene.