Biden ragihand ku wê bi 800 mîlyon dolarî alîkariya Ûkraynayê bikin
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku wê bi miqdarê 800 mîlyon dolarî alîkariya leşkerî û ya parastinê bidin Ûkraynayê.
Nehat gotin bê di nav alîkariyê de çi cûre sîlih an tiştên din hene. Biden ragihandina xwe nivîskî kir û got ku îro bi serokê ÛKraynayê Vladimir Zelenskiy re axaftin kiriye û weha ragihand:
“Min îro ji Zelenskiy re got ku ji bo Ûkraynayê biryara sîlih, muhîmmat û alîkariyên din yên bergiriyê tesdîq kiriye. Ûkrayna, sîlihên em didinê xayet bi rêk û pêk bikartîne. Rûsya xwe amade dike êrîşên xwe yên ji bo ser Donbasê zêde bike. Em ê alîkariya Ûkraynayê bikin da xwe biparêze.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin