Biden hisyarî da Netanyahu: Berpirsyariya mirina 30 hezar kesan giran e

10 March 2024 19:00 0 dîtin
Biden hisyarî da Netanyahu: Berpirsyariya mirina 30 hezar kesan giran e

PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden anî ziman ku niha Benjamin Netanyahu ji sûdê bêhtir ziyanê dide Îsraîlê û got: "Berpirsyariya zêdetirî 30 hezar sivîlên li Xezzeyê hatine kuştin giran e. Li Xezzeyê ew qas mirov tenê ji ber li pey Hamasê çûne nayên kuştin."

Serokê DYAyê Joe Biden di hevpeyvîna bi MSNBC re mijarên sereke yên rojevê nirxand.

Li ser pirsên "Di derbarê Netanyahu de xeta we ya sor çi ye? Dagirkirina Refahê xêza sor e?" Biden vê bersivê da: "Ew xeta sor e, lê belê ez ê tu carî dev ji Îsraîlê bernedim, parastina Îsraîlê hîn jî pir gring e."

Biden tekez kir ku li Xezzeyê hejmara kuştiyan pir zêde ye û got ku "divê hukûmeta Netanyahu li ser pirsa: 'Em ê çawa jiyana sivîlan nekin armanc?.' raweste."