Serokê berê yê MOSSADê: Netanyahu siyaseta mirina dîlah hilbijart
PeyamaKurd - Serokê berê yê Dezgeha Sîxuriyê ya Îsrailê (MOSSAD) Tamir Pardo got: "Hikûmeta Îsraîlê ya di bin serokatiya Benjamin Netanyahu li Xezzeyê mirina dîlan û siyaseta tolhildanê hilbijart."
Pardo ji malpera nûçeyan a Îsraîlî Srugim re axivî û pêşniyara danûstandina bi Hemasê re kir. Pardo got: "Divê di 8ê Cotmeha 2023yan de, ji bo lihevkirina bi berdêla berdana dîlên Îsraîlî berdana hemû girtiyên Filistînî, bi Yehya Sînwar (Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê) re peymanek bihata kirin."
"Netanyahu siyaseta tolhildan û kuştina girtiyên Îsraîlî hilbijart"
Pardo angaşt ku Îsraîlê zanibûye ku ew nikare hemû dîlên ku di destê Hemasê de rizgar bike û dom kir: "Lê belê hikûmeta Netanyahu li dijî rizgarkirina dîlên Îsraîlî bû. Dizanibû ku di her hêrişeke hewayî ya li ser Xezzeyê de dîl jî dikarin bimirin. Hikûmeta Îsraîlê hemû ev tiştan dizanibû, lê belê siyaseta kuştina dîlan û tolhildanê hilbijart."
Tamir Pardo,di navbera salên 2011 û 2016an de wek Serokê MOSSADê xebitî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin