Serokê berê yê Mossadê: Netanyahu, artês û Mossadê fesih kir
PeyamaKurd- Serokê berê yê Mossadê Tamir Pardo, di derbarê rewşa siyasî ya Îsraîlê de axivî û bal kişand ser rêziknameya darazê ya nakokbar. Pardo idia kir ku li ser van nakokiyan, Îsraîl bûye welatekî parçebûyî.
Di nûçeya ku ji aliyê Rêxistina Weşana Giştî ya Îsraîlê (KAN) ve hat ragihandin de hat diyarkirin ku Serokê berê yê Mossadê Tamir Pardo, rêziknameya darazê ya nakokbar a Îsraîlê nirxand.
Li gorî nûçeyê, Pardo got ku "Em di şert û mercên wekî Ku Klux Klan re derbas dibin."
Pardo, li ser siyaseta Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî Pardo got, "Serokwezîr Netanyahu, bi partiyên hovane yên nijadperest re koalîsyonek çêkiriye û helwesta wî zêde ji wan cudatir nîn e."
Serokê bere yê Mossadê bal kiaşnd ser rêziknameya darazê ya nakokbar kir û got, "Heger dewletek din hin qanûnên ku em derdixin derxe, em ji wan re dibêjin qanûnên nijadperest û antîsemîtîkî.
Îsraîl bi hebûna serokwezîrekî xemsar, bûye welatekî parçebûyî. Netanyahu artêşa Îsraîlê û Mossadê fesih kir."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin