Li gor FBIyê: Kesê xwest Trump bikuje, her weha li ciyên axaftina Biden jî lêkolînê kiriye

28 August 2024 22:51 0 dîtin
Li gor FBIyê: Kesê xwest Trump bikuje, her weha li ciyên axaftina Biden jî lêkolînê kiriye

PeyamaKurd – Buroya Federal ya Lêpirsînê ya DYA (FBI) yê ragihand ku kesê xwest serokê berê yê DYAyê Donald Trump bikuje, her weha li ciyên ku dê serokê Amerîkayê yê niha Joe Biden biaxifiya jî lêkolînan kiriye.

Kesê xwest Trump bikuje, ciyê axaftina Trum ya li Pensilvanyayê ji xwe re wekî derfetekî diye û li Trump xistiye. FBI, lêpirsîna xwe dewam dike û her pêşdeçûnekî nûh bidest bixe, dê bi raya giştî re parve bike.

Wezîfedarê FBIyê yê ku lêpirsîn û lêkolîna bûyerê dike Kevin Rojek, di çarçova bûyerê de, bi hezar kesî re berfireh hevdîtinan kiriye û dixwaze perçên bûyerê bigihîne hev.

Rojek, got ku kesê kujer Thomas Matthew Crooks berya êrîşê li ciyên ku Trump û Biden axaftinan dê bikirina lêkolînên berfireh kiriye û ciyê axaftina Trump ya li Pensilvanya ya devera Butlerê, ciyê herî bi derfet diye da li Trump bixe.

Rojek, wekî din got ku weke FBI fikreka wan ya di derbarê motivasyona êrîşker de heye lê hêj negihane wê astê ku daxwuyanî bidin.