Trump di 2017an de pistî êrîsa kimyayî xwestiye Esed bikuje

16 September 2020 13:35 0 dîtin
Trump di 2017an de pistî êrîsa kimyayî xwestiye Esed bikuje

PeyamaKurd – Di hevdîtineke televîzyonî de Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir, xwestiye Serokê Sûriyê Beşar Esed bikuje, lê Wezîrê Berevaniyê yê wê demê James Mattis nehiştiye.

Li gor Donald Trump ragihand, wî xwestiye di sala 2017an de fermana kuştina Beşar Esed derxîne, lê Wezîrê Berevaniyê yê wê demê yê Amerîkayê James Mattis nehiştiye. 

Di bersiva pirsa ku " Tu poşmanî ku te Beşar Esed nekuştiye?" de Trump da zanîn, nexêr poşman nîne, dibêje wî dixwest wî karî bike lê Mattis nehiştiye,

Di sala 2018an de, di navbera Trump û Mattis de pirsgirêk derketin û Trump ji Mattis re gotibû, pêwîst bû sala 2017an de piştî êrîşa kîmyayî ya Sûriyê li bakurê wî welatî û kuştina zarokan û xelkê sivîl, Beşar Esed bi destê Amerîkayê hatiba kuştin.

Lê belê Trump wê demê ew nûçe û zanyarî red kirin û got, mijara kuştina Esed li Koşka Spî nehatiye gotûbêjkirin, lê niha dibêje behsa mijarê hatiye kirin, lê belê Mattis razî nebûye.