Hisyariya 'Deryaya Sor' ji Biden!

19 January 2024 12:29 0 dîtin
Hisyariya 'Deryaya Sor' ji Biden!

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kir ku êrîşên Hûsiyên bi piştgiriya Îranê yên li Yemenê li dijî keştiyên li Deryaya Sor hîna nehatine rawestandin.

Serokê Amerîkayê beriya serdana xwe ya Karolînaya Bakur li Qesra Spî bersiva pirsên rojnamevanan da.

Joe Biden qebûl kir ku operasyona hevpar a ku ji hêla hêzên deryayî yên Amerîkî û Brîtanî ve hatî kirin, hîna "nehiştiye" ku Hûsiyan keştiyên bazirganî yên di Deryaya Sor re derbas dibin bikin armanc.

Biden derbarê bersivdayîna hêzên Amerîkayê yên li herêmê yên li hemberî êrîşên li ser keştiyên Yemenê da wiha got, "Gelo Hûsiyan disekinin? Na. Wê dewam bikin? Belê" û destnîşan kir ku Amerîka wê operasyonên li dijî Hûsiyan bidomîne.

Di heman demê de Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di peyama xwe ya Xê de diyar kir ku "du moşekên Hûsiyan ên li dijî keştiyê başûrê Deryaya Sor hedef girtin û amadekariya avêtinê dikirin, hatin îmhakirin."