Biden hisyariya bikaranîna çekên kîmyewî li Ukraynayê da: Gefeke rastîn e!
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, îro 23ê Aranê beriya ku ji bo beşdariya civîna NATOyê ber bi Brukselê ve bi rê bikeve li hewşa Koşka Sapî bersiva pirsên rojnamevanan da.
Biden li ser pirseke rojnamevanan re got, îhtimala ku Rûsya çekên kîmyewî li Ukraynayê bikar bîne gefek e rastîn e.
Serokê Amerîkayê fikarên xwe yên bo bikaranîna çekên kîmyewî li Ukraynayê anîn ziman û diyar kir, “Ez difikirim ku ev gefek e rastîn e.”
Serokê Amerîka wê bi lîderên NATOyê û endamên G7 û G20an re, li ser gavên li hember Rûsyayê bên avêtin gotûbêjan pêk bîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin