Ak Partiyê, îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî, red kirin

20 October 2022 15:00 0 dîtin
Ak Partiyê, îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî, red kirin

PeyamaKurd- Berdevkê Ak Partiyê Omer Çelîk, îdiayên ku hikûmeta Tirkiyeyê li dijî rêxistina PKKê çekên kîmyewî bi kar haniye, bi rêya peyamekê red kirin. Çelîk da zanîn ku ev tometên tên kirin, nebî ne.

Omer Çelîk, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û îdiayên ku ‘desthilatiya Tirkiyeyê, di şerê li dijî PKKê de çekên kîmyewî bi kar hanîne’ red kirin. Çelîk di peyama xwe de got,

“Ew kesên ku Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) bi bikaranîna çekên kîmyewî tometbar dikin, yek ji parçeyên şebekeya nebiyan in. Hedefa van kesan ew e ku kuştinên rêxistina terorî bêguhen nîşan bidin. Ew ên ku pesinê kujeriya PKKê didin, nûnertiya hedefên gemar dikin û êrîşî TSKê dikin.”

Rayedarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ê jî bi rêya daxuyaniyekê ragihand û îdia kir ku ji sala 2021an û bi vir ve ye di operasyonên ku li ser axên Herêma Kurdistanê tên rêvebirin de ew bikaranîna çekên kîmyewî ku di hiqûqa navneteweyî de wekî ‘tawanê şer’ tê pênasekirin, bang li raya giştî kir û gotin ku

“Ji ber nûçeyên ku TSK di operasyonên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê de çekên kîmyewî bi kar tîne, em bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) û rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin û em bang li raya giştî ya demokratîk jî dikin ku li hember van pêşveçûnan dengên xwe bilind bikin.”