Medya Çînê: Axaftina Biden û Si gelek samîmî û kûr bû
PeyamaKurd – Dinya bende bû wê serokê Amerîkayê Joe Biden û serokê Çînê di axaftina xwe ya di rêya telefonê de li ser kîjan babetan û bi çi tewrî biaxifin. Di mijarê de yekem ragihandin ji aliyê Çînê de hat kirin. Medya Çînê ragihand ku axaftina Biden û Şi gelek samîmî û kûr bû. Medya serbest ya Çînê li aliyê dinê ragihand ku Şî hişyariyê daye Biden da di mijara Taywanê de zêde bipêş de neçe.
Axaftina her dû lîderan 2 siet û 17 deqe dewam kiriye. Li gor ragihandina medya dewletê ya Çînê, axaftina her dû lîderan samîmî û kûr dewam kiriye. Li gor medya nefermî; serokê Çînê hişyariyê daye Biden da li ser gengeşeyên Taywanê zêde pêşde neçe. Medya Çînê jî mijarê bêhtir germ nîşan da û weha got:
“Kesên bi agir bileyîzin, wê di encamê de bişewitin. Hêvî dikim ku terefê Amerîka vêya fêm bike.”
Seroka Meclisa Nûneran ya Amerîkayê Nancy Pelosi di derbarê seredana xwe ya ji bo Taywanê de, terefê Çînê bertekekî tund nîşan dabû û rewş germ bûbû. Çînê gotibû eger Pelosî xwe xwediyê Taywanê dibîne, wê Çîn bersivekî leşkerî bidê.
Berdevkê wezareta bergiriyê yê Çînê albay Tan Kıfey, ragihandibû eger li hemberê desthilata Taywanê tevegerekî bibe, wê Çîn desthilat û serxwebûna Taywanê biparêze û weha gotibû:
“Eger Pelosî Taywanê ziyaret bike, wê artêşa Çînê vala nesekine.”
Tê zanîn ku Biden bi xweşbînî li seredana Pelosi ya ji bo Taywanê nanêre û hewl dide ku Pelosi dev ji vê seredanê berde. Artêşa Taywanê jî zor daye tetbîqatan dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin