Li Çînê erdhejek dijwar! Bi dehan avahî hilwesiyan, gelek kes mirin!
PeyamaKurd – Li Çînê bi lerza 7,1 erdhejek pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê di erdhejê de 55 kesan can dane.
Navenda Tora Erdhejnasiyê ya Çînê ragihand ku li gorî dema herêmê saet 09:05an (04:05ê sibê bi dema ERB) erdhejek bi mezinahiya 6,8an pêk hat.
Hat destnîşankirin ku navenda erdhejê Himalaya li herêma Tîbetê ya li ser sînorê Nepalê ye.
Erdheja ku li herêma Tîbet a Çînê pêk hat, li Bangladeş, Nepal, Hindistan û Bûtanê jî hat hîskirin.
Saziya Lêkolînên Jeolojîk a DYAyê diyar kir ku erdhej bi hêza 7,1 li gorî pîvana Richterê pêk hatiye.
Li gorî medyaya Çînê, gelek xanî hilweşiyane û tîmên rizgarkirinê hewl didin mirovan rizgar bikin. Li gorî agahiyên destpêkê 55 kesan can dane.
Bajarê herî mezin ê herî nêzî navenda erdhejê bajarê pîroz Shigatse ye ku bi qasî 180 kîlometre dûr e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin