Li Çînê erdhejeke dijwar! Herî kêm 111 kesan can dan!
PeyamaKurd — Li Çînê bi şev erdhejeke bi lerza 6,2 pêk hat û hat ragihandin ku navenda erdhejê Chishishan Baoan Donxiang û Salar eyaleta Xweser e.
Li gor texminên ewil di erdheja eyaleta Gansuyê da 100 kes û li eyaleta Qinghai ya cîran jî 11 kes mirin.
Di erdheja ku li herêmeke nêzî sînorê her du parêzgehan pêk hat de li Gansûyê 96, li Çinahayê jî 124 kes birîndar bûn. Herwiha şebekeyên av û elektrîkê, binesaziya veguhestinê û şebekeyên ragihandinê yên li şêniyên derdorê zirar dîtine.
Ji îtfaiyeya herêmî û yekîneyên karesatê ekîbeke ji 580 kesî ji bo xebatên xilaskirinê sewqî herêmê kirin.
Herêm, ku li ser xeta xeletiya fireh a di dirêjahiya Çiyayên Himalaya de ye, yek ji wan deveran e ku pir caran li Çînê erdhejên mezin lê diqewimin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin