Li wî welatî, pevçûneke dijwar heye: Bi dehan kes hatin kustin!

21 October 2022 16:00 0 dîtin
Li wî welatî, pevçûneke dijwar heye: Bi dehan kes hatin kustin!

PeyamaKurd- Li gorî nûçeyên neteweyî yên Sudanê, 2 roj in li herêma Nîla Şîn, di nav 2 qebîleyan de pevçûneke dijwar heye û ev pevçûn bê navber dewam dike. Li gorî agahiyên hatin parvekirin, di van pevçûnan de bi dehan kes hatine kuştin.

Di agahiyên hatin parvekirin de hat ragihandin ku li herêma Nîla Şîn a ku dikeve başûr rojhilatê Sudanê, di 19 û 20ê Cotmehê de de di navbera 2 qebîleyan de li ser zeviyan alozî derketine û ev alozî veguheriye pevçûneke mezin.

Hat zanîn ku ev herdu qebîleyên ku di mehên borî yên havînê de jî pevçûbûn, car din bi nav hev ketine û di nav 2 rojan de 150 kes hatine kuştin.

Di agahiyên hatin diyarkirin de hat ragihandin ku Misyona Entegreya Derbasbûnê ya Sudanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNITAMS) jî li ser rewşa xeter a van pevçûnan daxuyaniyek daye. Di daxuyaniya NYê de hatiye gotin ku

“Heta hikûmeteke ku pirsgirêkên bingehîn ên pevçûnên civakên herêmî çareser bike tunebe û girîngî bi pêdiviyên van civakan nede, dê ne pêkan be ku ev tundî were rawestandin.”