Li wî welatî, bi dehan kes ji ber germa zêde can dan

18 June 2023 20:30 0 dîtin
Li wî welatî, bi dehan kes ji ber germa zêde can dan

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê çapemeniya Hindîstanê ve hatin ragihandin, ji ber zêdebûna pileya germê, di nav 2 rojan de 98 kes mirin.

Li gorî nûçeya Hindustan Timesê ya li eyaleta Uttar Pradeşê, 54 û li eyaleta Biharê jî 44 kes ji ber germa zêde mirin.

Her wiha ji aliyê rayedarên hikûmeta Eyaleta Ûttar Pradeşê ve jî daxuyanî hat dayîn û hat ragihandin ku di derbarê van mirinan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Hat ragihandin ku li herdu eyaletan, germahiya hewaye gihiştiye 45 pileyan û ji ber vê sedemê jî li Patnaya paytexta eyaleta Biharê, hemû dibistan heta 24ê Hezîranê girtî ne.