Li wî welatî germa awarte: Bi dehan kes mirin!

30 June 2023 14:30 0 dîtin
Li wî welatî germa awarte: Bi dehan kes mirin!

PeyamaKurd- Li gorî nûçeyên di çapemeniya Meksîkayê de cih digirin, ji ber germahiya awarte ku wekî rekor hat tomarkirin, bû sedeme mirina bi dehan kesan.

Di agahiyên ku hatin dayîn de hat diyarkirin ku ji ber pileya germê ji 40î derbas bûye, hejmara kesên ku ji ber pêla germê ya ku di hefteyên dawî de li Meksîkayê bi bandor bûn can dan, derket 112an.

Li gorî daneyên hatin parvekirin, 64 kes li Nuevo Leon, 19 li Tamaulipas, 15 li Veracruz û 14 li Tabasco ku yek ji eyaletên ku herî zêde mexdûr bûne mirine.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê de hat ragihandin ku temenê kesên jiyana xwe ji dest dane di navbera 45 û 64an de ye û ji 112 kesan 104 kes ji ber germê mirine.

Di daxuyaniya xwe ya 20ê Hezîranê de, Servîsa Neteweyî ya Meteorolojiyê (SMN) ragihand ku tê payîn ku pêla germê ya li seranserê welêt 10-15 rojên din bidome û pêşniyaz kir ku nexweşên kronîk heya ku hewce nebe divê di demên diyar de dernekevin derve.