Li wî welatî maden teqiya: Bi dehan karker mirin!

29 October 2023 18:31 0 dîtin
Li wî welatî maden teqiya: Bi dehan karker mirin!

PeyamaKurd- Wezareta Rewşa Awarte ya Qazakîstanê ragihand ku li Qazakîstanê maden teqiyaye û di encama vê teqînê de bi dehan karkeran can dane.

Wezaretê ragihand ku hejmara kesên ku di kana madenê ya ku di dema teqînê de 252 kes lê hebûn de jiyana xwe ji dest dan derket 42yan û hat diyarkirin ku di lêgerîna 4 karkerên madenê de jî lêgerîn berdewam e.

Hat ragihandin ku ji ber hilweşîna di kanê de xebatên lêgerînê zehmet bûne.

Serokên Rusya, Fransa, Tacikîstan, Tirkmenîstan, Azerbaycan, Ermenîstan û Belarûs û serokên hin saziyên navneteweyî, ji Serokomarê Qazakîstanê Kassym Jomert Tokayev û malbatên karkerên jiyana xwe ji dest dane re peyama sersaxiyê şandin.