Li Belûcistanê li karkerên madenê xistin: 20 kustî
PeyamaKurd – Li Pakistanê li eyaleta Belûcistanê li herêma Duki Districtê grûbekî çekdar avêt ser seha madena komirê, karkeran li ciyekî civandin û bi sîlihan li wan xistin. Di encamê de 20 karker hatin kuştin ku 4 ji wan Afgan in. 7 karker jî di êrîşê de birîndar bûn.
Hêzên asayîşê herêmê dorpêç kirine û birîndaran birin nexweşxanên der û dorê. Xwediyê seha komirê Haci Xayrullah Nasir ragihandiye ku êrîşker, herî kêm êrîşê ser 10 sehayên komirê kirine û alavên wan şewitandine.
Li ser bûyerê, serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerif ragihandiye ku wê bi her cûre terorê re têbikoşin.
Di meha Êlûnê de 27 êrîş hatine kirin, 22 kes mirine û 48 kes birîndar bûne. Di meha Tebaxê de 43 êrîş hatine kirin, 125 kes hatine kuştin û 77 kes birîndar bûn e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin