Bi dronê li koska serokkomariya Sûdanê xistin: 3 kustî

22 March 2025 16:41 0 dîtin
Bi dronê li koska serokkomariya Sûdanê xistin: 3 kustî

PeyamaKurd – Nêzî 2 salaye ku Hêzên Desteka Lezgîn li Sûdanê bi artêşa Sûdanê re şer dike û di encamê de karibûn bi dronê li koşka serokkomariya Sûdanê bixin. Di encama êrîşê de 3 kes hatin kuştin.

Wezîrê agahiyan û rewşenbiriyê û hem berdevkê hukumetê Xalid el-İaysir, di ser hesabê medya civakî Xê de ragihand ku xebatkarên radyo û televizyona Sûdanê 3 kes, di wexta weşana zindî ya li Koşka Serokkomariyê de ketine ber êrîşê û mirine.

HDL, di ser hesabê xwe yê Telegramê de daxwuyanî da û got ku bilez êrîşê qesra serokkomariyê kirine.Berdevkê artêşa Sûdanê Nebil Abdullah di mijarê de got:

“Bi destanekî qehremane, hêzên me îro li cepha Hartûmê biserketin. Li koşka serokkomariyê karibûn milisên HDLê biperçixînin.”

Koşka serokkomariyê ya Hartûmê ji destê HDLê derket û ket destê artêşa Sûdanê.