HSD: Li Tisrîn û Qereqozaqê 4 dronên Tirkiyê hatin xistin

12 March 2025 19:39 0 dîtin
HSD: Li Tisrîn û Qereqozaqê 4 dronên Tirkiyê hatin xistin

PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku ji doh 11ê Adarê ve li derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê êrîşên Tirkiyê dewam dikin û hêzên wan kariye 4 balafirên bêmirov ên Tirkiyê bînin xwarê.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, "Êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di meha sêyem de berdewam dikin ku hemû cureyên çekan tevî balafirên şer, balafirên bêmirov û çekên giran, bi kar tînin.

Li eniya bendava Tişrînê duh (Sêşem) artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundên derdora bendavê topbaran kirin, di heman demê de balafirên şer jî gundê Xirbet El Zemala yê li bakurê bendavê bombebaran kir û di encamê de ziyanên madî çêbûn.

Çeteyên dagirker hewl da bi balafirên bêmirov li dijî çeperên hêzên me êrişê bikin, hêzên me 4 ji wan xistin xwarê.

Li eniya Qereqozakê; balafirên şer ên dagirkeriyê li derdora Pira Qereqozakê gundê Xeseqê bombebaran kir, di encamê de ziyanên madî çêbûn. Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên El Tîna, Cada, Bîr Heso, Xeseq, Dîkan, Melha û Senee û girên Sêvê û Qereqozaqê bi zêdetirî 80 topên hawanê topbaran kirin û ziyanên madî li mal û milkên şêniyan bûn.

Li hember êriş û bombebarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, şervanên me çalakiyek li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker ên li derdora pira Qereqozaqê li dar xist, wesayiteke zirxî û wesayiteke leşkerî ya ji bo veguhastina leşkeran dihat bikaranîn, rûxandin. Her wiha çalakiyeke din jî li dijî baregeheke din a dagirkeriya Tirk a li aliyê rojavayê pirê pêk anîn. Di çalakiyê de 4 leşkerên dagirker birîndar bûn û 2 sîstemên radarê hatin rûxandin.

Li eniya Dêrhafirê, balafirên bêmirov ên artêşa dagirker duh tevahiya rojê li asîmanê herêmê firiyan."