Li Libyayê 3 dronên Tirkiyê hatin xistin

05 April 2020 22:45 0 dîtin
Li Libyayê 3 dronên Tirkiyê hatin xistin

PeyamaKurd - Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ku girêdayî General Hefter e, 3 dronên Tirkiyê yên ji balafirgeha Misratayê derdiketin, li devera el-Weşka li rojhilatê bajêr dan erdê.

Artêşa Libyayê ragihand ku parastina wan a asmanî hinek kombûyîn û navendên çekdaran li Misratayê kirin armanc.

Ev yek li gel bomebaran artêşê li ser balafirgeha Ziware ya li rojavayê Terablusê hat.

Di vê çarçoveyê de, çavkaniyeke leşkerî ragihand ku “Artêşa Niştimanî odeya kontrolê ya dronên Tirkî weke bersiv ji êrîşa ku çeteyên wîfaqê li ser deverên wan pêk anîbû, kir armanc.

Ev cara duyemîn e ku balafirgeha Ziwara tê armanckirin.

Sêşema borî jî, Artêşê droneke Tirkî li başûrê Terablusê anîbû xwarê.

Tevî ku NY ji bo vîrusa koronayê banga agirbesteke giştî li tevahiya cîhanê kiriye jî, ev 2 hefte ne şerekî dijwar li başûrê Terablus, Misrata û rojavayê Sêrtê rû dide.