Rojava | 6 dronên êrîsî baregeha Amerîkî kirin hatin xistin
PeyamaKurd – Hate ragihandin, 6 dronên bombebarkirî yên milîsên Îranê ku baregeha li zeviya gazê ya Konîko ya Amerîkayê armanc kirin, ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve hatin xistin.
Li gorî nûçeya SkyNewsê, êrîşa dronî ji aliyê Koma Berxwedana Îslamî ya Îran piştevaniya wê dikeve hatiye kirin û 6 dronên baregeha Amerîkayê kiribûn hedefa beriya bigihin armanca xwe hatine xistin.
Di nûçeyê de, derbarê ziyanan de ti agahî nehatin belavkirin.
Herwiha ajansa Reutersê bi zarê rayedarekî ewlehiyê daye xuyakirin ku dronên baregeha Hevpeymaniya Navdewletî li Dêrazorê kirine armanc, bêyî bigihin armanca xwe hatine xistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin