Rojava | Bi dronê êrîsî baregeha Hevpeymaniya Navdewletî kirin
PeyamaKurd – Koma Berxwedana Îslamî li Iraqê (Muqaweme Îslamî) ku Îran piştevaniya wê dike, bi donekê êrîşî baregeheke Hevpeymaniya Navdewletî ya li Rojavayê Kurdistanê kir.
Koma Berxwedana Îslamî îro 7ê Çileyê ragihand ku wan bi donekê êrîşî baregeheke Qesrikê ya Hevpeymaniya Navdewletî li parêzgeha Hesekê kiriye û êrîş gihîştiye armanca xwe.
Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan got, sîstema berevaniya asmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî kariye wê dronê berî ku bigihe armanca xwe bixînin xwarê.
Piştî şerê Îsraîl-Hemasê êrîşên komên girêdayî Îranê bi ser baregehên Amerîka/Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Sûriye û Iraqê zêde bûne ku herî dawî Amerîkayê wekî bersiv li Bexdayê êrîşek biribû ser Baregeha Heşda Şeibî û Fermandarê pilebilind ê Koma Nucefa kuştibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin