Êrîsî baregeha Amerîkayê ya li Rojava kirin!

30 December 2023 14:03 0 dîtin
Êrîsî baregeha Amerîkayê ya li Rojava kirin!

PeyamaKurd – Li bajarê Hesekê yê Rojava, li dijî baregeha ku hêzên Amerîkayê lê bicih bûne, bi roketan êrîşek pêk hat.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin hildan, baregeha li Balafirgeha Harab Cir ku hêzên Amerîkayê li bajarê Yarubiye yê Hesekê lê bi cih bûne, hat hedefgirtin.

Têkildarî êrîşa bi roketan de ziyanên canî çênebûne. Ji aliyê Amerîkayê ve heta niha derbarê êrîşê de ti daxuyaniyek nedaye.

Herî dawî li Sûriyê, herêma Tenef, navçeya Malikîyê ya nêzîkî sînorê Iraqê, li navçeya Şedadê ya bajarê Hesekê û parêzgeha Dêrezorê bi balefirên bê mirov ên çekdar ên bi eslê xwe nediyar û çekên bejahî, êrîşî baregehên ku artêşa Amerîkayê lê bicih bûne dikin.

Komên ku Îran piştgirîya wan dike car caran bi rokêt, balafirên bêmirov û bêbalafirvan êrîşî baregehên Amerîkî yên li rojhilatê Çemê Firatê dikin.