Bi mosekan êrîsî ser baregeha Amerîkî ya li Bexdayê kirin
PeyamaKurd – Piştî ku baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li Bexdayê bi moşekeke Katyûşa hat armanckirin, Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) hişyarî da ku ew amade ne bersiva gef û êrişên li dijî leşkerên xwe bidin.
Jêderekî ewlekarî yê Iraqî ragihand, derengê şeva borî sê moşekên Katyûşa li baregeha Vîctorîa ya Amerîkî li nêzîkî balafirxaneya navdewletî ya Bexdayê li rojavayê Bexdayê hatin avêtin.
Li gorî daxuyaniyê, di wê êrişê de sîstema berevaniya esmanî ya baregeha Amerîkayê ketiye, lê yek ji wan moşekan li dîwarê ku navenda leşkerî ya Amerîkayê ji balafirxaneya Bexdayê vediqetîne, ketiye û di encamê de 4 otombîlên sivîl şewitîne bêyî ku ziyanên canî hebe.
Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê û tîmên pûçkirina bombeyan ew roket li nêzîkî herêma Amriye li rojavayê Bexdayê dîtin û 3 moşekên din jî berî ku li baregeha Amerîkayê bên avêtin, bêbandor kirin.
Çavkaniyek ji CENTCOMê di daxuyaniyekê de hişyarî da ku Amerîka wê bersiva her êrîşekê li dijî hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn bide û amaje bi wê yekê kir ku bersiva wan wê di çarçoveya yasaya xweparastinê de be.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Tevî ku Îranê ti tevgereke awarte li dijî hêzên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn nekiriye, lê hêzên me bi temamî amade ne ku bersivê bidin her gef û êrîşekê."
Êrîşa li ser Binkeya Victoria li Bexdayê kêmtir ji 24 saetan piştî wê yekê hat ku Komîteya Hevrêziya Berxwedana Iraqê got ku Amerîka "bêrûmet" bû di vekişandina hêzên xwe ji Iraqê û sê merc danî pêşiya Hikûmeta Iraqê ku bigihe rêkeftineke ewlekarî ya stratejîk.
Şert û mercên Komîteya Eniya Berxwedanê wiha ne:
-"Divê tehliyekirin berfireh û li gorî dema lihevkirî be."
- "Nabe operasyonên xwe li Sûriyê ji xaka Iraqê pêk bînin ji ber ku ev yek li dijî Destûra Iraqê û têkiliyên cîrantiyê yên Iraq û Sûriyê ye."
-"Di bin tu navan de ji bo hêzên leşkerî yên biyanî parêzbendî neyê dayîn."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin