Bi mosekan êrîsî Baregeha Amerîka ya li herêma HSDê kirin

19 February 2023 12:05 0 dîtin
Bi mosekan êrîsî Baregeha Amerîka ya li herêma HSDê kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bargeha Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ya li Dêrazorê ku Amerîka pêşengiya wê dike, bi du moşekan hat armanc kirin.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro 19ê Sibatê eşkere kir: “Roja 18ê Sibatê di demjimêr 20:28an de, du moşek li nêzîkî gundê Sewz li bakurê rojhilatê Sûriyê ketin.”

Artêşa Amerîkayê ragihand ku di êrîşa moşekî de ti ziyanên canî çênebûne û ti leşkerên Amerîkî û yên hevpeymanan birîndar nebûne.

Hat diyarkirin ku hêzên Amerîkayê li ser bûyerê lêkolînê dikin û ti kesî berpirsyarî negirtiye ser xwe. Li herêmê gelek caran baregehên Amerîka û hevpeymanan rastî êrîşên milîsên îranî tên.

Baregeha gundê Sewz a Hevpeymaniya Navdewletî li nêzîkî qada petrolê ya Omer a parêzgeha Dêrazorê ya rojhilatê Sûriyê ye û di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.