Bi mosekan êrîsî mezintirîn baregeha Amerîkayê kirin

19 September 2022 11:09 0 dîtin
Bi mosekan êrîsî mezintirîn baregeha Amerîkayê kirin

PeyamaKurd – Bi moşekan êrîşî mezintirîn baregeha Amerîkayê li Sûriyê kirin û  di encamê de tu ziyan çênebû.

Li gor Fermandariya Navendî ya Amerîkayê diyar kir, do êvarî baregeha li gundê Kesk li nêzîkî kêlgeha Omer ya petrolê li başûrê rojhilatê Dêrazorê rastî êrîşeke bi moşekan hat.

Herwiha eşkere kir, êrîş bi 3 roketên 107 mm hatiye kirin û cihê ku jê hatine avêtin bi qasî 5 kîlometreyan dûrî baregeha Amerîkî ye. Ev êrîş serkeftî nebûye û tu ziyan jê derneketine.

Di berdewamiyê de destnîşan kir: “Hêzên Amerîkayê yên li bakurê rojhilatê Sûriyê li ser bûyerê lêkolînê dikin.”

Kêlgeha Omer a petrolê li başûrê rojhilatê Dêrazorê ye û baregeheke mezin a Hevpeymaniya Navdewletî lê ye û gelek caran ji aliyê mîlîşyayên ser bi Îranê ve rastî êrîşan hatiye.