Li Enbarê bi mosekan êrîsî baregeha Amerîkayê kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li dijî Baregeha Ayn El-Esed a Leşkerî ya Amerîka ku li parêzgeha Enbar a Iraqê ye êrîşeke bi moşekan hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniya ofîsa ragihandina ewlekariya wezareta parastinê ya Iraqê, Baregeha Ayn el-Esed a leşkerî ya Amerîkayê bi 5 moşekan bûye armanca êrîşekê.
Di daxuyaniyê de hat ragihand ku ti ziyanên canî û madî çênabûne û wê di demên pêş de agahiyên berferhtir werin parvekirin.
Baregeha Ayn el-Esed a Leşkerî weke baregeha herî mezin a Amerîkayê li Iraqê tê naskirin.
Herwiha DAIŞê jî hevdem êrîşî baregehên Heşda Şeibî yên li navçeyên Xaneqîn û Diyala yên Kerkûkê kirin û di êrîşê de endamekî Heşda Şebî bi navê Xalid Neme Zalmî hat kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin