Li Tirkiyê operasyona rêxistina DAISê ya Xoresanê: 17 gumanbar hatin girtin
PeyamaKurd – Saziya Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) û Emniyeta Stenbolê, li ser rêxistîbûna DAIŞê ya Xoresanê ya li Stenbolê operasyon pêk anî.
Hate ragihandin ku operasyon di çarçoveya êrîşa hefteya borî ya ser Dêra Santa Maria ku kesek hatibûn kuştin hatiye kirin û di encama operasyonê de, 17 gumanbar hatine desteserkirin.
Li gorî çavkaniyên ewlehiya Tirkiyê, berpirsê êrîşa Dêra Santa Maria ya 28ê Çileyê pêk hatibû, rêxistina Xoresan a DAIŞê ye û di operasyona bi navê ‘Kafes-35’ de, li 7 bajaran operasyona hevbeş hatiye kirin û di encamê de 17 gumanbar hatine desteserkirin.
Hatiye ragihandin ku ji 17 kesan li ser 13 kesan, bi Bultena Sor û peyama Difuzyonê lêgerîn li ser wan hebû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin