Li Tirkiyê operasyona DAISê: 6 Iraqî hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Li bajarê Samsunê yê Tirkiyê, îro di encama operasyonekê de, şeş Iraqî bi tohmeta ku endamê rêxistina DAIŞê ne hatin desteserkirin.
Li gor zanyariyan, îro Çarşemê 6ê Nîsana 2022ê tîmên Şubeya Dijî-Terorê, Îstîxbarat û Hêzên Taybet ser bi Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Samsunê ji bo desteserkirina heft kesên Iraqî operasyonek kirin û di çarçoveya wê operasyonê de, li bajarokên Îlkadim, Atakum û Tekkekoy ên Samsunê girtin ser çend cihan.
Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Samsunê diyar kiriye, tîman di çarçoveya operasyonê de şeş kes desteser kirine û nasnameya wan Iraqî ye û di demên borî de “li Iraq û Sûriyê kar bo DAIŞê kirine.”
Herwiha tê îdîakirin ku tîman dest danîne ser çendîn belgename û kelûpelên dijîtal û ji bo desteserkirina Iraqiyê din operasyon berdewam e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin