Li Tirkiyê 11 Iraqî bi tohmeta DAISê hatin desteser kirin
PeyamaKurd – Li ser lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Tirkiyê li bajarê Kirşehîr ê Tirkiyê di encama operasyona polîsên antîterorê de, 11 kesên xwedî nasnameyên Iraqê hatin girtin.
Li gorî ragihandina medya tirk her 11 kesên li navnîşanên cuda yên Kirşehîrê hatine desteserkirin, bi tohmeta endamtiya rêxistina terorîst DAIŞê hatine girtin.
Herwiha hatiye diyarkirin ku hin ji wan gumanbaran, li demeke nêzîk bi rêyên qaçaxî derbasî Tirkiyê bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin