Li Samsunê 8 iraqî bi tohmeta DAISê hatin girtin

13 November 2020 19:09 0 dîtin
Li Samsunê 8 iraqî bi tohmeta DAISê hatin girtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Samsun ê Tirkiyê di encama operasyoneke asayîşê de, 8 kesên xwedî nasnameyên iraqî bi tohmeta endamtiya DAIŞê hatin desteserkirin.

Rêveberiya Asayîşa Samsunê ragihandiye ku îro 13ê Mijdarê beyaniyê, operasyonek li ser çend navnîşanên navçeya İlkadim a Samsunê hatiye encamdan û di 8 kesên iraqî bi tohmeta endamtiya DAIŞê hatine desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku li cihê mayîna wan gumanbaran, hejmarek belge û dokument hatine desteserkirin û piştî pişkinînên tenduristiyê gumanbar bo navenda dijeterorê hatine veguhestin.