Li Samsûnê 6 Iraqî bi tohmeta DAISê hatin girtin

21 August 2020 18:48 0 dîtin
Li Samsûnê 6 Iraqî bi tohmeta DAISê hatin girtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên ewlehiya Tirkiyê îro 21ê Tebaxê li bajarê Samsûnê di encama operasyonekê de 6 kesên xwedî nasnameya Iraqê bi tometa endamîtiya DAIŞê girtin.

Rêveberiya Asayişa Samsunê ragihandiye ku operasyon piştî agahiyên istixbaratî û bi hevkariya şaxên istixbaratê û têkoşîna li dijî terorê ji aliyê Asayişa Samsunê ve hatiye pêkanîn.

Hat diyarkirin ku hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li du navçeyên Ilkadim û Tekkekoy yên Samsunê bi ser hin navnîşanan de girtin û 6 kes bi gumana DAIŞê desteser kirin.

Herwiha hatiye ragihandin ku hêzên asayîşê dest danîne ser belge û kelûpelên wan kesan ên dijîtal, lê derbarê tawanên wan kesan de ti agahî nehatine belavkirin.